Haydar Şahin
03 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 08 Berfanbar 2020
Taximên ampute yên ji ciwanên di şerê navxweyî yê Sûriyeyê da ezayên bedena xwe dane der ava kirin di pêşbirkên li Efrînê yên ji bo 3yê Berfanbarê Roja Astengdarên Dinyayê da hatin ba hev.
Di çalakiya ÎHHya Weqfa Alîkariya Mirovahiyê li Efrînê li dar xist da 2 taximan pêşbirka dostiyê kir.
Beriya pêşbirkê ekîba pispor ji bo germkirina bedenê hereket bi werzişvanan da kirin. Di pêşbirka bi dostî hat lîstin da herdu taxim berambere man.
Zekî Tahirogluyê Kordînatorê Ofêsa Herêmê ya Reyhanliyê ya Xebatên Sûriiyeyê ya ÎHHyê diyar kir ku ji bo 3yê Berfanbarê Roja Astengdarên Dinyayê pêşbirka taximên ampute organîze kirin.
Tahiroglu got hewl didin birînên ji şer mane derman bikin û wiha axivî: "Ji ber şerê navxweyî yê li Sûriyeyê gelek sivîlan ezayên xwe dan der. Ligel her tiştê hewla wan a jiyanê dewam dike. Ji bo tevkariyê bidin hewla wan me ciwanên li Efrînê dijîn û yên ku berê li Sûriyeyê di taximan da gog lîstine anîn ba hev."
Tahiroglu got pêşbirka bi dostane hat lîstin werzişvan motîve kirin, pêşbirk di rewşeke xweş da hat lîstin.
Tahiroglu destnîşan kir ku piştî pêşbirkê sol, eşofman, forme û qiyafetên zivistanê li werzişvanan belav kirin.