İbrahim Atmaca
03 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 03 Berfanbar 2020
Waliyê Sêrtê Osman Hacibektaşoglu der barê erdheja ku di saet 8.45ê da li navçeya Kurtalanê (Hezo) bi lerza 5ê bû da wiha got, "Wezareta me ya Hawirdor û Bajarvaniyê , midûriya me ya bajêr, şaredarî, ekîbên me yên teknîk, AFAD û hemû ekîbên me li qadê dest bi tesbîtkirina xesaran kir. Şikir ji Xwedê ra tiştek bi kesî nehatiye û zirar negihiştiye mal û milkan."
Walî Hacibektaşoglu bi Fermandarê Cendirmeyan ê Bajêr Tûxgeneral Ugur Ertekîn, Qaymeqamê Hezoyê Îhsan Emre Aydin, AFAD, UMKE, Heyva Sor û rayedarên din ra li navenda navçeya Hezoyê tedqîqat kirin.
Hacibektaşoglu esnafên ku kargehên wan di erdhejê da xesareke piçûk hildaye, ziyaret kir.
Hacibektaşoglu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û bi bîr xist ku li navçeya Hezoyê erdhejek çêbû û diyar kir ku wan her derê bajrê kontrol kir, ji bo erdhejê 20 êxbar ji wan ra hatin û ev êxbar jî şikestina caman û xesarên piçûk in.
Hacibektaşoglu ragihand ku li navenda Hezoyê û gundê wê yê Qerebaxê di du malên yekqatî da xesar çêbû û wiha dewam kir, "Wezareta me ya Hawirdor û Bajarvaniyê, midûriya me ya bajêr, şaredarî, ekîbên me yên teknîk, AFAD û hemû ekîbên me li qadê dest bi tesbîtkirina xesaran kir. Şikir ji Xwedê ra tiştek bi kesî nehatiye û zirar negihiştiye mal û milkan."
Piştî erdhejê ji ser 2yan ra 2 erdhejên piçûk çêbûn, hemû ekîb li qadê ne û rûdanan dişopînin.
Hacibektaşoglu wiha axivî, "Rewşeke ku merivan têxe fikarê tuneye. Di hin kargehan da xesareke piçûk heye. Rewşa her kesî normal dibe. Tu tengasî tuneye. Hemû tesbît wê werin kirin. Derbasî be."