Haydar Şahin
30 Mijdar 2017•Rojanekirin: 01 Berfanbar 2017
KABUL
Hat ragihanidn ku li Hogyaniya navçeya Nangarhara wîlayeta Efxanistanê 9 hezar malbatên ku ji pevçûnên di navbera DEAŞ û Talibanê da revîn xwe sipartin herêmên ewledar.
Ataullah Hogyaniyê berdevkê Walîtiya Nangarharê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji ber şerê ev çend roj e di navbera Talibanê û DEAŞê da dewam dike bi hezaran malbatî ji Wezîr Tangiya herêma Hogyaniyê koç kir.
Hogyanî diyar kir ku hetanî vê gavê di pevçûnan da 11 endamên DEAŞê, 19 endamên Talibanê û 8 sivîl hatine kuştin, ji ber pevçûnan 9 hezar malbatên li herêmê cî û warên xwe terk kirin û xwe sipartin herêma Çamtalayê, her wiha hewcedariya wan bi alîkariya acil heye.
Ji vir mehek berê dîsa li heman herêmê pevçûn derketibûn û ji ber pevçûnan 5 hezar malbatî cî û malên xwe terk kiribû.