Dilara Karataş
15 Cotmeh 2023•Rojanekirin: 16 Cotmeh 2023
Li Efxanistanê piştî erdheja mezin a di 7ê cotmehê da li wilayeta Heratê bi mezinahiyên 6,3 û 5,4 du erdhej çêbûn.
Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) eşkere kir ku navenda erdheja ewil a bi mezinahiya 6,3yan bakurê rojavayê Heratê ye.
Erdhej biqasî 6,3 kîlomêtro di bin erdê da çêbû.
USGSê ragihand ku 20 deqîqe piştî erdheja ewil 27 kîlomêtro bakurê Heratê bi mezinahiya 5,4an erdhejeke din çêbû.
Piştî erdheja ku biqasî 10 kîlomêtro di bin erdê da çêbû hê daxuyanî nehat dayîn ka mirî yan xisar hene yan na.