Mehmet Nuri Uçar,Qais Omar Darwesh Omar
15 Cotmeh 2023•Rojanekirin: 16 Cotmeh 2023
RAMALLAH (AA) - Hêzên Îsraîlê li herêmên cihûên yên Quds û Şerîaya Rojava ya dagirkirî 55 Filistînî binçav kirin.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya Cemiyeta Êsîrên Filistînî hêzên Îsraîlê Qudsa Rojhilat jî di nav da li hin bajar û bajarokên Şerîaya Rojava operasyonên binçavkirinê kir û 55 Filistînî binçav kirin.
Jimara Filistîniyên ku hêzên Îsraîlê ji 7ê cotmehê vir va li Quds û Şerîaya Rojava binçav kirin derket 455an.