Elif Orhan
21 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 21 Cotmeh 2018
KABUL
Hat ragihandin ku li Efxansitanê di 193 êrîşên seranserê rojên yên ku hilbijartinên parlementeriyê hedef girtin de 36 kes mirin.
Arîkarê Wezîrê Karên Navxweyî Ahtar Mihemed Îbrahîmî der barê mijarê de got ku ji saeta ku ji bo hilbijartinên parlementeriyê miameleyên dengdayînê destpê kirin vir ve li tevahiya welêt 193 êrîş hatin kirin.
Îbrahîmî diyar kir ku di êrîşan de 27 jê sivîl 36 kes mirin û diyar kir ku 126 kes jî birîndar bûn.
Îbrahîmî da zanîn ku êrîşên navborî wekî êrîşa bibombe ya ser rê û navendên hilbijartinê, rasterast êrîşa ser hêzên ewlehiyê yên ku ewlehiya hilbijartinê pêk tînin û êrîşên xwekujiyê hatin kirin.
Îbrahîmî destnîşan kir ku beriya piraniya êrîşên ku rêxistinên terorê ji bo astengkirina hilbijartinê plan kiribûn hatin girtin.
Îbrahîmî qal kir ku ji aliyê din ve di operasyonên ser rêxistinên terorê de 31 endamên rêxistinê hatin kuştin û da zanîn ku di nav kesên ku hatin kuştin de 4 birêvebirên Talîbanê hene.