Önder Beyter
19 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 19 Tîrmeh 2020
Li parêzgeha Kapîsa ya Efxanistanê guleya roketa ku bi destê milîtanên Talibanê hat agirkirin li malekê ket û di encamê da 3 sivîl hatin kuştin, 8 kes jî birîndar bûn.
Berdevkê Midûriyeta Ewlekariya Kapîsayê Ebdulşayîq Soreş di daxuyaniya xwe ya da rojnamgeran da diyar kir ku milîtanên Talibanê êrîşî navenda navçeya Tagabê kirin.
Şoreş diyar kir ku di êrîşê da guleya roketa ku bi destê milîtanan hat agirkirin li malekê ket û di encamê da 3 sivîl hatin kuştin, 8 sivîl jî birîndar bûn.
Talibanê li ser mijarê hê daxuyanî nedaye.