Önder Beyter
25 Gulan 2017•Rojanekirin: 26 Gulan 2017
CAKARTA
Li Endonezyayê ku xwedan nifûsê misilman ê herî qelebalix e, bona danûstandina meha remezanê welatiyan berê xwe dan bazaran.
Endonezyayiyên misilman bona amadekariyên meha remezanê berê xwe dan bazarên li paytext Cakartayê û herwiha bona fitar û paşîvê herî zêde xurme standin.
Xelkê Endonezyayê ku di meha remezanê da bêtir cilûbergên rengîn û herêmî li xwe dikin, bona kirîna cilûbergan serî li mixazeyên li navenda bajêr dan û dîsa mixazeyên cilûbergan jî di meha remezanê da di bihayên xwe da daxistina remezanê disepînin.
Asep Zuhendi ku li paytext Cakartayê li Bazara Tanah Abangê danûstandin kir, wiha xeberda, "Îsal jî meha remezanê hat û em jî bikelecan in. Bona pêdawîstiyên fitar û paşîvê ez hatim bazarê. Ez dixwazim kêmasiyan temam bikim û bona meha remezanê amade bim."
Mizgeft, hewş û baxçeyên li paytextê jî bona meha mibarek hatin paqijkirin û xemilandin. Li mizgeftan amadehiyên terawîha ewil temam in.
Her sal li seranserê welat di meha remezanê da fitarên giştî ku herkes dikare beşdar be, tên lidarxistin û herwiha belavokên van organîzasyonan li kolanan hatin belavkirin da ku xelk ji ciyê fitara giştî haydar be.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Karûbarên Diyanetê ya Endonezyayê, li Endonezyayê terawîha pêşîn wê sibê bi şev bê kirin û herwiha 27 gulanê destpêka rojîgirtinê ye.
Li paytextê, welatiyên misilman wê 13 saet û 21 deqîqeyî bi rojî bin. Li gorî saeta herêmê berbang di saet 04.25an da, fitar jî di saet 17.46an da ye.