İbrahim Atmaca
28 Sibat 2019•Rojanekirin: 28 Sibat 2019
Li Grava Sumatrayê ya Endonezyayê li eyaleta Sumatraya Rojava bi lerza 5,6an erd hejiya û di erhejê da 11 kes birîndar bûn.
Saziya Meteorolojî, Îqlim û Jeofîzikê ya Endonezyayê (BMKG) daxuyand ku erdhej 38 kîlomêtre dûrî bakurê rojhilata herêma Pasamanê çêbû û 10 kîlomêtre di binê erdê da qewimî.
Li gor daxuyaniya BMKGyê erdhej li herêmên wek Soloka Başûr, Padang, Painan û Mukomukoyê jî hat hîskirin.
Berdevkê Ajansa Rêvebiriya Afatê ya Neteweyî (BNPB) Sutopo Purwo Nugroho diyar kir ku li Soloka Başûr 11 kes birîndar bûn.
Nugroho got ku li herêmê 101 avahiyan zirar dît û ji bo afatzedeyan xebatên alîkariyê dest pê kirin.
Endonezya li ser xeta erdhej û agirîn a "Çembera Agir a Pasîfîkê" ye. Di 26ê berfanbara 2004an da li herêmê erd bi lerza 9,1ê hejiyabû, piştî erdhejê tsunamî rabibû û li tevahiya welatên herêmê 230 hezar kes miribûn.