Haydar Şahin
16 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 17 Berfanbar 2019
Li Sumatraya Bakur a eyaleta Endonezyayê erd bi lerza 5an hejiya.
Saziya Jeofizîk, Avûhewa û Meteorolojiyê ya Endonezyayê (BMKG) diyar kir ku li 138 kîlomêtre başûrê rojavayê herêma Nîasa Rojava 24 kîlomêtre di binê erdê da erdhej çêbû.
Agahî nehat dayîn ku gelo tiştek bi tu kesî hat an nehat yan jî zirar çêbû an çênebû.
Navenda Hişyariya Tsunamiyê ya Pasîfîkê piştî erdhejê hişyariya tsunamiyê neda.