Türkan Tosun
16 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 16 Tîrmeh 2019
Li Baliya girava Endonezyayê bi lerza 5,7 erdhej çêbû.
Li gor daxuyaniya Navenda Sîsmolojiyê ya Ewropa-Behra Spî (EMSC) îro serê sibê bi saeta herêmî di saet 08.00an da li başûrê rojava yê giravê erdhej çêbû.
EMSCyê ewil daxuyand mezinahiya erdhejê 6,2 ye, lê paşê ev agahî wek 5,7 rojane kir.
Hat daxuyandin erdhej 100 kîlomêtro di bin erdê da çêbû, navenda wê 102 kîlomêtro başûrê rojava yê bajarê Denpasarê ye.
Dema erdhejê turîst tirsiyan, lê tu kes nemir.