ERBİL
Li Erbîlê Kampa Penaberan ya bi navê Naverok ku ji bo penaberên ji Sûriyê hatibû sazkirin, vebû.
Serokê Birêvebiriya Herêma Kurdistana Federal ya Îraqê (BHKFÎ) Mesûd Barzanî talîmat dabû ku deriyê Pêşxabûrê vebe û 1500 malbatên li ser sînor bînin li kampa Naverokê ya ku 30 kîlometre dûrê Erbîlê ye, bi cih bikin.
Li kampa ku bi piştgiriya NYê hat avakirin, konên nû tên vedan da ku zêdetir penaber tê de bistrên. Qada kampê bi makîneyên kar tê firehkirin û bergiriya ewlehiyê ya Pêşmergeyan jî bala mirovan kişand.
Li kampê di nexweşxaneyên mobîl de zarok, jin, kal û pîr tedawî dibin. Ji bo rewşên awarte jî ambûlans li wir hazir in.
Piştî rojan xwarineke germ xwarin
Roja ewil karsazekî xêrxwaz ji bo penaberan xwarin şand. Xwarina ku ji tirşik, birinc, salete, zebeş û firingiyê pêk dihat ji hêla Pêşmergeyan kon bi kon hat belavkirin.
Malbatên ku ji şer reviyane kêfxweşiya xwe anîn ziman ku piştî rojên zehmet, gihiştine vê aramiyê. Ji ber mazûvaniya Birêvebiriya Herêmê kêfxweşiya anîn ziman û herî zêde giliyê xwe ji hewaya germ kirin.
Îsmaîl Mistoyê ku bi xanima xwe û 7 zarokên xwe re ji bajarokê Tel Aranê hatiye, got: "Derbasbûna li vî aliyî zehmet bû. Em bi rojan li ser sînor man. Ji Xwedê re şikir ku em niha li vir in. Me ji xizmeta herêmê şerm kir. Em spasî li kedkarên vî karî dikin. Em tenê ji bo zarokên xwe bi fikar in. Dibe ku şert û mercên kampê wan bixe tengasiyê. Em dia dikin ku şer zû bi zû biqede."
Kamp her wiha bû ziyareta hevdîtina malbatan. Yên ku ji Erbîlê hatin, xizmên xwe ziyaret kirin.
Waliyê Erbîlê Nezat Hadî kampê ziyaret kir û çav li xebatan gerand.
Hadî ji mûxabirê AAyê re daxuyand: "Penaberên ji Sûriyê pêr bi şev ji deriyê Pêşxabûrê derbasî aliyê me bûn. Ji ber ku li Duhokê kampa Domîz tije bûbû, me 2 hezar penaberî anî Erbîlê. Dema ku penaber di rê de bûn, me di kar de lez kir. Hêzên bi navê Zerevan yên ku girêdayî Wezareta Pêşmergeyan ya herêmê ne, bi piştgiriya NYê jî kempê ji bo penaberan amade kir. Ev mirovana mêvanên me ne, ji bo ku em wan bi awayekî herî xweşik biezimînin, dixebitin."
Hadî da zanîn piştî ku derî vebû, 5 hezar penaber derbasî aliyê me bûn. Her wiha got ku ji bilî van kesên dawî li aliyê me 35 hezar penaberên Sûriyê hene.