KAHİRE
Qralê Erebistana Siûdî Abdullah bîn Abdulazîz ragihand ku ew piştgirî dide şerê Misrê yê ku li dijî terorê ye û wiha got: "Em li dijî wan kesên ku tekiliyê karên Misrê yên hundir dibin û fesadiyê dikin disekinin û piştgiriyê didin Misrê."
Li Misrê ji bo ku bal li qetliyamê bê kişandin protestoyên bi navê 'Îna Xezebê' li giştiyê welat hat lidarxistin. Lê, Qral Abdulazîz di daxuyaniya xwe ya ku di televizyona dewletê de hat xwendin de bangî hemû ereban kir. Abdulazîz ji ereban xwest ku ew li hemberî çalakiyên ku ji bo aramiya Misirê xirab bikin tên lidarxistin, bibin yek.
Qralê Erebistana Siûdî Abdullah bîn Abdulazîz ewil soz dabû rêvebiriya derbeyê ya leşkerî ku dê 5 milyar dolar alîkariyê bide wan. Abdulazîz di peyama xwe ya ku piştgiriyê dide derbeyê de wiha got: "Ez bangî hemû Misriyên durist û ereban dikim, li dijî tevgereke ku dixwaze welatekî tevilhev bike, bila bibin yek. Aramiya Misirê ji hêla kesên rikdar ve tê xwestin ku bê xerabkirin. Em li dijî wan kesên ku têkilê karên Misrê yên hundir dibin û fesadiyê dikin û piştgiriyê didin hin aliyên Misrê."
Li gor agahiya ajansa fermî ya Urdûnê PETRAyê Wezîrê Karên Derve Nasir Cude ragihand ku welatê wî û Qralê Ûrdûnê Abdullah jî piştgiriyê dide daxuyaniya Qralê Erebistana Siûdî.
Yekitîya Mîrektiyên Ereban, Kuveyt, Bahreyn, rêvebiriya Filistîn ya herêma rojavayê Şerîayê jî piştgirî dan Qralê Erbistana Siûdî Abdullah bîn Abdulazîz.