Önder Beyter
09 Mijdar 2017•Rojanekirin: 09 Mijdar 2017
RIYAD
Hat ragihandin ku li Erebistana Siûdî hejmara hesabên banqeyê yên astengkirî yên prens û rêveberên payebilind ên ku bi îdiaya gendeliyê hatin binçavkirin ji hezar û 600î derbas bû.
Ajansa Pere ya Erebistana Siûdî (SAMA) li ser telîmata serdozgeriyê bêtirî hezar û 600 hesabên banqeyê yên kesên ku ji ber gendeliyê hatin binçavkirin, asteng kirin.
Li gorî agahiya ku ji banqeyan hat wergirtin, SAMAyê li ser telîmata serdozgeriyê, hesabên şexsî yên li banqeyan ên bêtirî hezar û 600 kesên ku di navê da prens, peywirdarên payebilind û karsazên milyarder hene, asteng kirin.
SAMAyê di daxuyaniya xwe ya duhê da ragihandibû ku wan li ser telîmata serdozgeriyê, dest danî ser hesabên şexsî yên li banqeyan ên prens û rêveberên payebilind ên binçavkirî.