Elif Orhan
24 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 24 Cotmeh 2019
Li Erebistana Siûdî Faysal bîn Ferhan bîn Ebdulah Al Suudê ku bi biryarnameya Qraliyetê bû Wezîrê Karên Derva yê Erebistana Siûdî bi nêzbûna xwe ya bi Prensê Welîehd Mihemed bîn Selman ra tê naskirin.
Der heqê Bîn Ferhanê ku di sala 1974an da li Frankfurta bajarê Almanyayê hat dinê û gelekî baş Almanî dizane da di adara îsal da li rojnameya Der Tagesspîegela Alman da nûçeyek hatibû çêkirin.
Di nûçeyê da hatibû diyarkirin ku Bîn Ferhan di warê çekdarbûnê da xwedî tecrubeyeke 15 salî ye û herwiha wek kesekî nêzî Prensê Welîehd Bîn Selman tê naskirin.
Bîn Ferhan ji sibata borî va Balyozê Berlînê yê Erebistana Siûdî bû, di Balyozxaneya Washîgntonê ya Erebistana Siûdî da wekî şêwirmendê biqidem xebitiye û ji sala 2017an vir va endamtiya Lijneya Birêvebiriyê ya Şirketa Pîşesaziya Eskerî ya Erebistana Siûdî dikir.
- Wezîrê nû bi daxuyaniyên xwe êyn dijberê Îranê tê zanîn
Bîn Ferhan piştî êrîşa di 14ê îlonê ya dijî du tesîsên Saudî Aramcoya şirketa neftê ya neteweyî ya Erebistana Siûdî daxuyaniya "Di mijara bersiva ku dê bidin Tehranê da her îhtimal li ser maseyê ye" dabû.
Bîn Ferhan ji radyoya Alman Deutschlandfunkê ra axivîbû û gotibû ku "Kî êrîş kirbe bila bike li pişt wê teqez Îran heye, lewra yê ku van fuzeyan çêdike Îran e û bêyî alîkarîya wî nikarin biavêjin."
Wezîrê Karên Derva yê nû gotibû ku êrîşa navborî êrîşeke dijî aboriya dinyayê ye û diyar kirbû ku divê Îran berpirsyariya vê hilde ser xwe û fêm bike ku nikare êrîşên xwe bidomîne.
- Siyasetmedarê demên dijwar
Bîn Ferhan ji hêla rojnameya Ukazê ya navend Erebistana Siûdî ye wekî "siyasetmedarê demên dijwar" hatibû binavkirin û dema ku wek Balyozê Berlînê hatibû tayînkirin hatibû gotin ku ev tayînkirin piştgiriyê dide hewla ku Bîn Selman di salên dawîn da di warê siyasî û navneteweyî da dide.
Rêxistinên civaka sivîl ên li Almanyayê 8 meh berê ragihandibûn bi îdiaya ku destê Bîn Ferhan di cinayeta Cemal Kaşikçiyê Rojnamevanê Siûdî da heye ji bo ku wî neynin ser peywira Balyoziya Berlînê di nav gel da xebat hatin kirin.
Saziya Euroscepe ya ku der barê Rojhilata Navîn da lêkolînan dike jî di daxuyaniya xwe ya di heman heyamê da diyar kirbû ku gelek saziyan ji Serokomarê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier xwestin ku bila nehêle Bîn Ferhan wek balyoz bê tayînkirin.
Di daxuyaniyê da hatibû gotin ku kesên ku di doza kuştina Kaşikçi û hedef girtina mixalifên ji Erebistana Siûdî yên li dervayî welêt da navê wan diborin di welatên Ewropayê da nayên xwestin.
Raya giştî ya Almanyyaê jî guh neda van îthamên ku saziyên civakî yên sivîl ku dijî Bîn Ferhan tu delîl pêşkêş nekirin û Bîn Ferhan 8 meh berê ji bo Balyoztiya Berlînê hat tayînkirin.
Wezîrê Karên Derva yê Erebistana Siûdî Îbrahîm el-Assaf û Wezîrê Gihandinê Nebîl el-Amudî duh ji peywir hatibûn dûrxistin. Bîn Ferhan ji bo Wezîriya Karên Derva hatibû peywirdarkirin, ji bo Wezîriya gihandinê jî Salih bîn Nasir el-Casîr hatibû tayînkirin.