ESKİŞEHİR
Li Sîvrîhîsara navçeya Eskîşehirê du trîmbêl li hev qelibîn di encama qezayê de 5 kes mirin 3 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyan wesayîta ku plaqeya wê 06 D 0025 û şofêrê wê Omer Doganer (40) bû li ser rêya Sîvrîhîsar û Mîhaliççikê di kîlometreya 4emîn de bi wesayîta ku plaqeya wê 26 YD 400 û şofêrê wê Volkan Motor bû ve li hev qelibî.
Di qezayê de Miyase Doganera (33) jina şofêr, kurê wî Umut Berat Doganer (1,5), xwîşka wî Ayşe Doganer (46), dayika wî Nebahat Doganer (65) û Hasan Kesecîkê ku wesayîta din de bû (26) di cihê bûyerê da mirin.
Volkan Motor, Ogun Motor, Omer Doganerê ku birîndar bûbûn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Polatliyê.
Hat diyar kirin ku ji birîndaran rewşa Omer Doganer giran e.