TEHRAN
Serokê dînî yê Îranê Ayetullah Elî Xamaney piştî muzakereyên nukleerê ya ku di navbera Îran û welatên 5+1ê daxuyaniya ewil da û got ku siyaseta Îranê ya herêmê wê neguhere.
Li gor nûçeya ajansa fermî ya Îranê ÎRNAyê, Xamaney li Tehranê di Mizgefta Musallaya Mezin de xutbeya nimêja eydê da û behsa lihevkirina muzakereyên nukleer kir.
Xamaney got ku bi muzakereyên nukleerê ve siyaseta Îranê ya herêmê wê neguhere û wiha axivî: "Metnê muzakereyê bê qebûlkirin jî, neyê qebûlkirin jî em ê piştgiriyê bidin dostên xwe. Li hember vê peymanê siyaseta Îranê ya Amerîkayê wê neguhere, lewra polîtîkayên Îran û Amerîkayê yên li herêmê li dijî hev in."