İbrahim Atmaca
18 Mijdar 2018•Rojanekirin: 19 Mijdar 2018
PARÎS
Wezareta Karên Navxweyî ya Fransayê diyar kir, duh li giştiyê welêt nêzî 287 hezar kes beşdarî protestoyên zema sotemeniyê bûn, di bûyerên ku derketin da 409 kes birîndar bûn û 157 kes hatin binçavkirin.
Di xwepêşandanên ku duh li giştiyê welêt hatin lidarxistin da ji ber ku hikûmetê baca sotemeniyê zêde kir, bertek hatin dayîn.
Xwepêşandêran li giştiyê welêt li ser sedan kolan û rêyan çalakiyên blokajê li dar xistibûn.