Önder Beyter
18 Mijdar 2018•Rojanekirin: 19 Mijdar 2018
ANKARA
Li eyaleta Pencapê ya Hindistanê di êrîşeke bibombe da 3 kes hatin kuştin.
Li gorî nûçeyên çapemeniya xumalî, du kesên li ser motosîkletan li bajarê Armitsarê li dijî merasimekê bi bombeya destan va êrîş kirin.
Rayedarê polêsan Surinder Pal Singh Parmar di daxuyaniya xwe da diyar kir ku di êrîşê da 3 kes hatin kuştin, 10 kes jî birîndar bûn.
Der heqê bûyerê da lêpirsîn dan destpêkirin.