PARÎS
Li Fransayê di hefyetên borî de ji ber germê 700 kes mirin.
Wezîra Tenduristiyê Marisol Touraineyê daxuyand ku di navbera 29ê hezîranê û 5ê tîrmehê de ji ber germê 700 kesî can da.
Touraineyê destnîşan kir ku li gorî heman serdema sala borî ji sedî 7 rêjeya mirinê, 3 qat jî rêjeya çûyîna servîsên acil zêde bûn.
Wezîra tenduristiyê li ser sekinî ku li gorî germahiya pir a sala 2003yan rêjeya mirinê nizim e.
Li Fransayê di navbera 29ê hezîranê û 5ê tîrmehê de li gelek deveran germahî ji 40 pileyî borîbû û bibû sedema rojên herî germ ên 60 salên dawîn. Li ser vê wezaretê elerima porteqalî dabû.
Di tebaxa sala 2003yan de ji ber pêla germê ya li ser welat, di serî de kal û pîrên tenê yên ku li malên xwe bi serê xwe dijîn biqasî 20 hezar kes miribûn, bi rojan şûnde hatibû fêmkirin ku kal û pîrên tenê mirine.