XEZZE
Hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê îro cara duyemîn e ku êrîşî Xezzeyê kir.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiya Filistînê hat hildan balafirên şer ên artêşa Îsraîlê li Cîbaliya bajaroka ku li bakûrê Xezzeyê dikeve êrîş birin ser avahiyeke Wezareta Karên Navxweyî ya Filistînê. Di êrîşa ku hat lidarxistin de tu tişt bi tu kesî nehat lê ji ber êrîşê herêmê zirar dît.
Artêşa Îsraîlê ragihandibû ku duh bişev ji aliyê Xezzeyê ve moşekek avêtin ser herêma keraxa bajarê Askalanê. Li ser vê jî hêzên hewayî yên Îsraîlê wek bersiv ji hewayê ve ser "baregeheka terorê" ya li Xezzeyê kiribûn.
Komeke ku ji xwe re dibêjin Seriyyeya Emer Hadîd êrîşa bi moşek a li ser bajarê Askalanê hat kirin, hilda ser stûyê xwe.