Haydar Şahin
04 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 05 Tîrmeh 2017
PARÎS
Emmanuel Macronê Serkomarê Fransayê got biryar dane ku rewşa derasayî ya li welêt di payîzê da rakin.
Macron xitabî Senato û Meclisa Neteweyî ya ku wek kongreyê civiya kir û qala hedefên xwe yên di dema serkomariyê da kir.
Serkomar Macron diyar kir ku ji bo demokrasiyeke hêzdar azadî girîng in û got, "Ji bo ku azadiya welatiyên Fransayê bidin om ê payîzê rewşa derasayî rakin."
Mocron got dibê wezîr ji ber karên ku dikin hesab bidin, ji bo hêsankirina vê jî dixwaze ku dadgehên taybet ên xirabî û karên dereqanûnî yên wezîran didarizînin rake.
Hejmara endamên Meclis û Senatoyê wê bên kêmkirin
Macron destnîşan kir ku hedefa wî ya ewil a ji bo qanûndanînê ew e ku hejmara endamên Meclis û Senatoyê bi qasî ji sê paran parek kêm bibe, mecliseke ku hejmara ezayan hindik e û hêza wê zêde ye wê ji ya niha çêtir bixebite.
Mocron bang kir ku sîstema hilbijartina parlamenteran jî bê guherandin, ji bo hemû partiyên siyasî bên temsîlkirin ji her partiyekê ra bira rêjeyekê eşkere bikin.