01 Adar 2016•Rojanekirin: 02 Adar 2016
PARÎS
Wezareta Karên Derve ya Fransayê eşkere kir ku dijî wê yekê ne ku PKKyê ji nav lîsteya rêxistinên terorê derxînin.
Wezaretê der barê teşebûsa li Parlementoya Ewropayê (PE) ji bo ku PKKya rêxistina terorê ji nav lîsteya rêxistinên terorê derxînin de ji bo pirsa nûçegihanê AAyê bersiva nivîskî şand.
Di daxuyaniya ku wezaretê şand de wiha hat gotin:
"Helwesta Fransayê ya dijî PKKyê diyar û sabît e. PKK komeke wisa ye ku di nav lîsteya rêxistinên terorê yên ku Yekîtiya Ewropayê amade kir de cî digire. Sedemên ku bûn wesîle ku ev rêxistin bikeve nav lîsteyê hê jî derbasdar in."
Di daxuyaniya wezaretê de her wiha êrîşên ku PKKya rêxistina terorê ji 22yê temûza 2015an vir ve dike hatin şermezarkirin.
Endama Koma Çepgir a PEyê Marîe-Chrîstîne Vergîa û endamê koma Sosyalîst a PEyê Ana Gomes ji bo ku PKK ji nav lîsteya terorê ya YEyê de bê derxistin kampanyaya îmzeyê dabûn destpêkirin û 100 parlementerî piştgirî dabû vê yekê.
PKKyê di sala 2002yan de bi KADEK û Kongre -Gel re xistibûn nav "Lîsteya Sazî û Rêxistinên Terorê" û di 28ê hezîrana 2007an de jî TAKê ku hin çalakiyên çekdarî li ser navê PKKyê hildabû ser xwe jî tevî heman lîsteyê kiribûn.