27 Adar 2016•Rojanekirin: 29 Adar 2016
GAZİANTEP
Li Gazîentabê 6 milîtanên DAEŞê yên perwerdekirî ku tê îdiakirin ew ê li Tirkiyeyê bi wesayiteke bombe dagirtî êrîş li dar bixin hatin qefaltin. Gumanbarên ku derxistin dadgehê hatin girtin.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ser malpera Walîtiya Gazîentabê, di êrîşa dijî DAEŞa rêxistina terorê da hêzên ewlehiyê 4 gumanbarên ji Sûriyeyê yên plana lidarxistina êrîşa terorî dikin, qefaltin.
Li ser îfadeyê gumanbaran 2 kesên din ku plana êrîşa bombeyî dikin hatin binçavkirin.
6 gumanbarên ku piştî miameleyên li ewlekariyê sewqê dadgehê kirin, hatin girtin.
Hat tespîtkirin ku ji gumanbaran yek bi gumanbarê firar ê êrîşa terorî ya 13ê kewçêrê li Enqereyê qewimî bû ra têkildar e.
Hat diyarkirin ku gumanbar ji bo êrîşê bi taybetî hatine perwerdekirin.