Türkan Tosun
09 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 10 Rêbendan 2019
ANKARA
Li Enqereyê yek ji wan şevên herî sar ên demsalê duh şev çêbû, germahiya hewayê di bin sifirê da heta 12 pileyan kêm bû.
Ji ber sermayê li paytextê hin sûlav, hewz û paceyên wesayîtan qeşa girtin, li bin pire û bûhurekan da şembelûk çêbûn.
Nîvê şevê germahiya hewayê di bin sifirê da heta 5 pileyan kêm bû, serê sibê jî termomêtroyan di bin sifirê da 12 pile nîşandan. Li hin navçeyan jî germahiya hewayê di bin sifirê da heta 14 pileyan kêm bû.
Tîmên şaredariyê ji bo ku rê qeşa negrin xoy reşandin.
Rayedaran hişyarî dan şofêran ku ew ji ber qeşa û cemedê baldar bin.