İbrahim Atmaca
18 Sibat 2019•Rojanekirin: 20 Sibat 2019
ANKARA
Hat îdiakirin ku Mîrzeyê Welîehd ê Erebistana Siûdî Mihemed bîn Selman ji bo ku Manchester Uniteda kulûba fitbolê ya Îngiliz bikire, hevdîtinan dike.
Li gor îdiaya nûçeya rojnameya Îngiliz The Sunê, Mihemed bîn Selman ji bo ku kulûba Manchester Unitedê ku di Lîga Premier a Îngiltereyê da dileyîze, bistîne ji malbata Glazer a Amerîkayî û xwediyê kulûbê ra nêzî 4,9 milyar dolar teklîf kiriye.
Rojnameyê îdia kir ku malbata Glazer ji bo firotinê li Erebistana Siûdî bi Mîrzeyê Welîehd ra hevdîtin kir.
Ji aliyekî din va Erebistana Siûdî îadiaya ku Mîrzeyê Welîehd wê Manchester Unitedê bistîne, derewand. Li gor daxuyaniya ku ji rêvebiriya Riyadê hat dayîn, fona hebûnê ya Erebistana Siûdî ji bo hin sponsoriyan bi Manchester Unitedê ra hevdîtin kirin.
Malbata Glazer a Amerîkayî di sala 2005an da Manchester United nêzî milyarek dolarî kirîbû.