Haydar Şahin
16 Gulan 2018•Rojanekirin: 17 Gulan 2018
BITLÎS
Li Guroyamaka navçeya Bidlîsê Komeleya Destegulê kampanyaya xwendina pirtûkan da destpêkirin.
Celalettîn Dogruyê Serokê Komeleyê daxuyanî da nûçegihanan û diyar kir ku ji bo zarok ji nika va hînî xwendina pirtûkan bibin û bala gel bikişînin ser girîngiya pirtûkan ev kampanya dan destpêkirin.
Dogru got ku di vê çarçoveyê da alîkariyê didin gel û bi wan ra tên ba hev û pirtûkan dixwînin û wiha pê da çû: "Armanca me ew e ku kesekî din jî dest bi xwendina pirtûkan bike. Dema bi ser dikevin em kêfxweş dibin.
Dogru got ku nişfên nû dema înternetê rast bi kar neynin ew ê têkevin xetereyê û wiha axivî: "Hişê zarokên me zelal û vekirî ye. Dikarin hîn bibin. Dibê nehêlin ku zarok bibin koleyê televizyon û înternetê. Zehf zû hîn dibin. Em jî hewl didin ku di van deman da alîkariya wan bikin û karên kêrhatî hînî wan bikin."