Fatih Gazioğlu
16 Gulan 2018•Rojanekirin: 16 Gulan 2018
HEWLÊR
Parlementerê Eniya Tirkmenên Iraqê yê Hewlerê (ITC) Aydin Merûf îdia kir ku li herêma Kurdistanê û Kerkûkê di hilbijartinên Iraqê yên giştî de hîlekarî hatiye kirin û got ku bila ray dîsa werin jimartin.
Merûf li navenda Eniya Tirkmenên Iraqê civîneke çapemeniyê li dar xist û got ku ji bilî wan 6 partiyên siyasî yên din jî îtiraz kirine û wiha axivî:
"Ray li ser sîstemeke elektronîk hatibûn jimartin. Daxwaza me ew e ray careke din bi destan bên jimartin. Ji bo vê me daxwaza xwe bi nivîskî ji Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Iraqê re şand. Lewra encamên hatin eşkerekirin rayên Tirkmenan yên heqiqî nîşan nadin. Ji bo parastina mafên Tirkmenan û rayên wan em ê hemû tedbîran di çarçoveya demokrasiyê de hildin û em ê têkoşîna xwe dewam bikin."
Merûf got ku ew ê çalakiya xwe ya ewil sibê li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Hewlerê bikin.
Li gor encamên hilbijartinê yên berwext ITCyê li Kerkûkê 75 hezar, li Hewlerê jî bi qasî 2 hezar û 500 ray hildane.