BURSA
Kordînatorê Platforma Rabîayê ya Navneteweyî Cîhangîr Îşbîlîr destnîşan kir ku di hefteyên dawîn de êrîşên rejima Esed ên li ser Helebê zêde bûne û got ku Esed dixwaze herêmên di destê mixalifan de bi dest bixe û bajêr dorpêç bike û wiha dewam kir: "Li Helebê çand, dîrok û medeniyet tê talankirin. Heger Heleb bikeve destê rejimê wê trajediyeke mezin çêbe. Heleb bikeve wê pevçûn û tevliheviya li herêmê zêde bibe."
Îşbîlîr daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Gelê Sûriyeyê bi awayekî aştiyane daxwazên xwe anîn ziman, lê rejimê bi tundiyê bersiv da û mixalifan jî tevgera berxwedanê dan destpêkirin. Lê hêzên herêmî û kurewî li dijî daxwazên gel, li cem rejima Esed cî girtin."
Îşbîlîr îdia kir ku koalîsyona li dijî DÎŞIyê û kampanyayên der heqê Kobanêyê de qetlîam û lîstikên rejima Esed vedişêrin û qeyrana li Sûriyeyê kûr dikin.
Îşbîlîr bal kişand ser giringiya dîrokî û jeopolîtîk a Helebê û wiha axivî: "Heger Heleb bikeve wê trajedî mezin bibe. Em di serî de Tirkiye bangî hemû dewletên Îslamê û hêzên kurewî dikin ku qeyran bi dawî bibe û talûke were dûrxistin. Wezîfeya mirovahiyê ye ku destê alîkariyê dirêjî gelê Sûriyeyê bikin. Pergala kurewî ya ku aştiyê dernaxe holê, çareyek ji vê qetlîamê re nabîne. Divê Tirkiye xwedî li Sûriyeyê derkeve û gelê Sûriyeyê jî zane ku Tirkiye li cem Sûriyeyê ye."