HEWLÊR
Li Hewlêrê êrîşeke xwekujiyê hat kirin. Li gor agahiyên ewil di êrîşê de 4 kes mirin û gelek jî birîndar bûn.
Berdevkê Midûriyeta Ewlekariyê yê Hewlêrê Rayît Karwan ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku kesekî nasnameya wî nediyar hewl da ku bi wesayîteke bibombe ve bikeve avahiya Walitiyê. Li ser vê hêzên ewlekariyê gule berdan wî. Wê demê êrîşker bombe teqand.
Karwan daxuyand ku li gor lêkolînên ewil êrîşker jî di nav de 4 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Dema êrîş hat kirin di avahiyên li der û dor û wesayîtan de xisar çêbû. Birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyan. Li der û dora Walitiyê tevdîrên ewlehiyê hatin hildan.