Önder Beyter
21 Hezîran 2017•Rojanekirin: 22 Hezîran 2017
ÎSTANBUL
Komeleya Mafên Mirovan û Tevgera Edaletê (ÎHAK) bertek nîşanî biryarên idamê yên li Misirê yên her ku diçe zêde dibin da û daxwaz kir ku biryara idamê ya ku vê axiriyê bona 7 ciwanan hat dayîn, bê rawestandin.
Di daxuyaniya nivîskî ya ÎHAKê da hat bibîrxistin ku di encama bûyerên li bajarê Mansûra yên 28ê Rêbendana 2014an da 24 ciwan hatin binçavkirin.
Di daxuyaniyê da hat îdiakirin ku ev kes tûşî êşkencê hatin û wiha hat gotin:
"Vîdeoyên ku piştî êşkencê hatin kişandin, di têlevîzyonên Misirê û çapemeniyê da hatine weşandin. Di van vîdeoyan da êşkenceya ku bi ciwanan hatiye kirin, pir zelal xuya dike. Malbatên ciwanan piştî hevdîtinên xwe yên ligel zarokên xwe ragihandine ku di pêvajoya binçavkirinê da rêbazên êşkenceyê yên wekî elektro şoq, tacîza cînsî, aliqandin, di cerm da cixarevemirandin û gefa tecawizkirina endamên malbatê hatine emilandin. Ciwan dema ku cara pêşiyê derketine pêşiya dozgeriya li Qahîreyê, îfadeyên xwe paşva kişandine û destnîşan kirine ku êşkence bi wan hat kirin. Piştî vê, dozgeriyê ciwan cardin şandine ber destê Servîsa Îstixbara Misirê û li vir dîsa êşkenceyên giran bi wan kirine û herwiha ciwan dubare derxistine pêşiya dozgeriyê. Li gorî daxuyaniyên li ser çapemeniyê, di encama van miemeleyan da ciwan li xwe mûkir anîne û ev sûcên navborî bi wan dane qebûlkirin. Dadgeha herêmî ya Mansûrayê bi tawanbariya kuştin û avakirina rêxistina terorê, bona 6 ciwanan hukmê xwe eşkere kiriye. Di 7ê hezîranê da Dadgeha Bilind a Misirê ev biryar pesend kiriye."
Di daxuyaniyê da bal hat kişandin ku mafê darizandina dadwer, mafekî bingehîn yê însanan e û herwisa êşkence jî sûcekî dijî mirovahiyê ye û wiha hat gotin:
"Daxwaza me ew e ku rewşa ciwanên ku bona wan biryara idamê hatiye dayîn û herwiha dozên din ên wek van bira di çarçoveya normên mafên mirovan ên bingehîn û standartên kurewî da jinûva bên dayîn."