Önder Beyter
21 Hezîran 2017•Rojanekirin: 22 Hezîran 2017
PARÎS
Hat ragihandin ku Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, hikûmeta nû ya ku Serokwezîr Edouard Philippe ava kir, pesend kir.
Sekreterê Giştî yê Qesra Elysee Alexis Kohler di daxuyaniya xwe ya li Qesra Elysee da ragihand ku Edouard Philippeê 46 salî ku siyasetmedarê ji rasta navendî ye, qabîneya nû ava kir.
Li gorî daxuyaniyê di qabîneya wezîran da kesên ji rasta navendî û çepa navendî hene. Li gorî vê, qabîne wiha ye:
- Gerard Collomb, Wezîrê Dewlet û Karên Navxweyî
- Nicolas Hulot, Wezîrê Dewlet û Ekolojiyê
- Nicole Belloubet, Wezîra Dewlet û Dadê
- Florence Parly, Wezîra Dewlet û Berevaniyê
- Jean-Yves Le Drian, Wezîrê Ewropa û Karên Derva
- Jacques Mezard, Wezîrê Lihevkirin
- Agnes Buzyn, Wezîra Tenduristî û Hevkariyê
- Françoise Nyssen, Wezîra Çandê
- Bruno Le Maire, Wezîrê Aboriyê
- Muriel Penicaud, Wezîra Xebatê
- Jean-Michel Blanquer, Wezîrê Perwerdeyê
- Stephane Travert, Wezîrê Çandiniyê
- Gerald Darmanin, Wezîrê Darayiyê
- Frederique Vidal, Wezîra Hîndekariya Bilind, Lêkolîn û Geşkirinê
- Annick Girardin, Wezîra Welatên Pişt Behrê
- Laura Flessel, Wezîra Werzişê
- Elisabeth Borne, Wezîra Veguhastinê
- Nathalie Loiseau, Wezîra Karûbarên YEyê
- Christophe Castaner, Berdevkê Hikûmetê û Wezîrê Karûbarên Parlementoyê
- Marlene Schiappa, Wezîra Berpirsê Wekheviya Jin-Mêrê
- Sophie Cluzel, Wezîra Berpirsê Astengdaran
- Mounir Mahjoubi, Wezîrê Berpirsê Geşepêdanên Dîjîtal