Emirhan Demir,Mehmet Akif Turan
09 Îlon 2025•Rojanekirin: 10 Îlon 2025
Li hemberî keştiya sereke ya Fîloya Sumudê ya Kurewî li bendergeha Tunisê bi dronê êrîş hat kirin.
Raportora Taybet a Filistînê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Francesca Albaneseyê ragihand li dijî keştiya ku ber bi Xezeyê va bi rê ket ku dorpêça Îsraîlê bişkîne, li Tunisê bi dronê êrîş hat kirin.
Albaneseyê li ser platforma medyaya civakî ya şîrketa Xê ya ku navenda wê li Amerîkayê ye der barê Fîloya Sumudê ya Kurewî ya ku di 31ê Tebaxê da ji Îspanyayê ji bo şikandina dorpêça Îsraîlê bi rê ket, daxuyaniyek weşand.
Albaneseyê daxuyand ku li dijî keştiya sereke ya li bendergeha Tunisê bi dronê êrîş hat kirin û hewcedariya du keştiyên din ên ber bi bendergehê va bi rê ketin jî parastinê heye.
Endamê Rêveberê Deklarasyona Tunisê ya Fîloya Sumudê ya Kurewî Vaîl Nevvar jî di weşana zindî ya li ser medyaya civakî da diyar kir keştiya ku bi dronê rastî êrîşê hat agir girt.
Di vê navberê da, hêzên ewlehiyê li herêma benderê tevdîrên ewlehiyê dîtin û bender ji çûyîn û hatina wesayît û mirovan ra hat girtin.
Ji Tunisê der barê êrîşê da tu daxuyanî nehat dayîn.
Fîloya Sumudê ya Kurewî plan dike ku 10ê Îlonê roja çarşemê (sibê) ber bi Xezeyê va bi rê keve.