HAMBÛRG
Li Hambûrga bajarê Almanyayê ji bo ku navenda çandê ya Rota Florayê neyê valakirin di 21ê çileya pêşîn de çalakiyan dest pêkiribû. Li ser çalakiyan hin der wek "herêmên bi xetere" hatin diyarkirin û polês li wan deran nasnameya li nasnameya gel dinihêrin.
Polêsan dawiya hefteyê li navçeyên Saînt Paûlî, Altona û Schanzenvîertelê ku herêmên bi xetere ne nasnameya welatiyan kontrol kir. Polês li van herêman di saet 18.00ên êvarê de dest bi kontrolkirina nasnameya dike û vê heta 06.00ê şeveqê didomîne. Hin çalakvanên ku di saetên şevê de tên bal hev, ji wan hin derdikevin serê banan û sûka pêdixin û hevalên wan jî ji bo wan li çepikan didin.
Di protestoyên li Hambûrgê de sembola çalakiyê firçeya daşirê ye lewra di destê her çalakvanekî de ev firçe heye.
Hin çalakvan ji ber ku polês nasnameyan kontrol dikin bertekê nîşan didin û di poşêtên destê xwe de xiyar û bincilên xwe yên qirêj ji polêsan re anîn.