ANKARA
Îsraîlê duh der barê avakirina 1900î zêdetir avahiyên derzagon yên Rojhilata Qûdis û Rojavayê Şerîayê de li dijî hiqûqa navneteweyî bangewaziya îhaleyê weşandibû. Tirkiyeyê ev şermezar kir.
Wezareta Karên Derve daxuyanî da û hat gotin ku pêvajoya di navbera Îsraîl û Filistînê de bi pêngava Tirkiyeyê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) dest pê kir û em piştgiriyê didin ku her du dewlet li ser sînorên beriya 1967an li hev rûnên û di nav aştiyê de bijîn.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Tirkiye pêşniyaz dike ku ev pêvajo bi damezrandina dewleteke Filistînê ya serbixwe û desthilat û paytextê wê Rojhilata Qûdisê be biqede. Her wiha pêvajo bi peymaneke dawî ya dadwer, berfireh û mayînde biqede.
Di daxuyaniyê de ji ber ku Îsraîlê duh der barê avakirina 1900î zêdetir avahiyên derzagon yên Rojhilata Qûdis û Rojavayê Şerîayê de li dijî hiqûqa navneteweyî bangewaziya îhaleyê weşandibû, Îsraîl ji aliyê Tirkiyeyê ve hat şermezarkirin û hat gotin ku: "Ev pêngav li gor pêvajoya lihevhatina her du aliyan nîne û ev îxtilaf ji bo vîzyona aştiyê xetere ye. Divê ev gav bi dawî bibin."