Elif Irmak
07 Gulan 2020•Rojanekirin: 08 Gulan 2020
Parlementoya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) parêzbendiya Soran Omerê Parlementerê Partiya Civaka Îslamî (Komel) ya di eniya mixalefetê da û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi gendeliyê sûcdar kir, rakir.
Dengdayîna ji bo rakirina parêzbendiya Omer bi pêşniyaza Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya bin serokatiya Mesûd Barzanî da hat rojevê.
Li Parlementoyê di rûniştina ku 58 parlementer amade bûn da 57 parlementeran dengê "erê" da.
Parlementerên Yekîtiya Niştimanî Kurdistan (YNK) û Tevgera Goran ku şirîkên hikûmeta koalîsyonê ne û Komel û Partiya Yekîtiya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtu) ya ku di eniya mixalefetê da ne beşdarî rûniştina parêzbendiyê nebûn.
Parlementerê Goranê Elî Heme Salih got wek prensîb bi rakirina parêzbendiya parlementeran bawer nakin, ev pêşniyaz peyameke siyasî ye û ji ber vê jî rûniştin boyqot kirin.
YNK jî di daxuyaniya xwe ya nivîskî da diyar kir ji ber ku baweriya wan bi cudahiya partiyên di nav parlementoyê û azadiya gotinê heye rûniştin boyqot kirin.
Di rûniştinê da digel PDKyê parlementerên ku ji kotaya kêmneteweyên etnîk û dînî jî ketin parlementoyê amade bûn.
- Serokwezîr Barzanî bi gendeliyê sûcdar kiribû
Omerê Parlementerê Komelê berê îdia kiribû ku Mesrûr Barzaniyê Serokwezîrê HKIyê gendelî kiriye û şirketên wî hene. Li ser vê jî Barzanî ragihandibû ku bila Omer îdiayên xwe îspat bike heke ne dê wî bide mehkemeyê.
Ji bo ku Omerê dan mehkemeyê ji ber sûcdarkirinên wî yên dijî Barzanî bê darizandin divê Parlementoyê parêzbendiya wî rakira.
- Rakirina parêzbendiya 3 parlementeran hat redkirin
Li Parlementoyê ji bilî Omer bi hincetên cuda ji bo rakirina parêzbendiya 3 parlementerên din jî deng hat dayîn.
Parêzbendiya Omed Xoşnavê Parlementerê PDKyê, Elî Heme Salih û Şîrîn Emînê Parlementerên Goranê ji ber ku piraniya dengan nehat bidestxistin nehat rakirin.