Di fûarê de betona berdest, seramîk, amûrên malê û amûr û melzemeyên înşaetê yên ku bi teknolojiya herî dawîn hatine çêkirin, li fûarê hatin nîşandan.
Di vekirina fûarê de Wezîrê Avahîsaziyê yê HKIyê Kamran Ehmed axivî û diyar kir ku Hewlêr bi çalakiyên bi vî rengî ve potansiyela xwe ya navendîbûna ji bo cazîbeyê zêdetir dike û bi derfetên xwe ve şirketên mezin dikşîne vir. Ehmed destnîşan kir ku herêma herî ewle û ya herî bi îstiqrar a Iraqê herêma kurdan e û ev jî bi xwe re veberdêran dikşîne vir. Ev rewş derfetên nû derdixe pêşiya gelê herêmê.
Wezîrê Pîşesazî û Bazirganiyê yê HKIyê Sînan Çelebî, Waliyê Hewlêrê Newzad Hadî û Serbalyozê Hewlêrê yê Tirkiyeyê Mehmet Akîf Înan û gelek karsaz beşdarî vekirina fûarê bûn.
Hat ragihadin ku fûar dê di 17ê gulanê roja şemiyê di saet 20.00an de biqede.