HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî ji ber karkerên madenê yên ku di bobelata li Somayê de mirin, peyama sersaxiyê ji Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan re şand.
Peyam di malpera fermî ya HKIyê de hat weşandin û wiha hat gotin: "Birayê min ê ezîz. Ez bi xemgîniyeke mezin hîn bûm ku li kana madenê ya li bajarê Manîsayê bobelata şewatê derketiye. Ez hîn bûm ku di qezayê de gelek karker mirine û birîndar bûne ji ber wê gelekî xemgîn im.
Ez li ser navê xwe û navê gelê herêma Kurdistanê sersaxiyên xwe ji we, gelê Tirkiyeyê û xizmên kesên ku mirin re dişînim. Ez dixwazim ku karkerên ku di bin erdê de mane demildest bên xilaskirin. Ez ji bo birîndaran jî şifaya xêrê dixwazim."