Ali Makram Ghareeb
26 Mijdar 2026•Rojanekirin: 26 Mijdar 2026
Li Hewlêrê paytextê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI), di çarçoveya lêpirsîna ku Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Elî Zeydî ji bo rêgirtina li qaçaxçîtiya neftê ya li seranserê welêt ji her alî va dabû destpêkirin da, ji bo protestokirina biryarên li dijî HKIyê xwepêşandan hat lidarxistin.
Li ser banga Parêzgariya Hewlêrê, li seranserê bajêr û bi taybetî li dora Kela dîrokî ya Hewlêrê ya li navenda bajêr xwepêşandan hat kirin.
Digel girseyeke ji gel, xwendekar, mamoste û saziyên civaka sivîl beşdarî xwepêşandanê bûn. Xwepêşanderan digel biryarên dawî yên hikûmeta Iraqê yên li hemberî HKIyê, biryarên ku di salên borî da di mijara birîna mûçeyan û mijarên aborî-siyasî da hatibûn girtin jî protesto kirin.
Xwepêşanderên ku parêzvanî kirin ku mafên destûrî yên HKIyê ji aliyê hikûmeta Iraqê va tên binpêkirin, îdia kirin ku pergala federalî ya li Iraqê di pratîkê da roj bi roj qels dibe.