Önder Beyter
21 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 22 Berfanbar 2020
Li Hindistanê ku herî zêde di tesîra cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da ma, hejmara pêketiyan di rojekê da ji 24 hezarî derbas bû, li Koreya Başûr piştî 5 rojan hejmara pêketiyan daket binê 1000î û li Çînê jî şewb bi awayekî bikontrol dewam dike.
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiya Hindistanê, li welêt di rojekê da 24 hezar û 337 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin, hejmara giştî jî derket 9 milyon û 580 hezar û 402yan.
Her wiha li welêt 341 kesên din jî ji ber Kovîd-19ê mirin û hejmara miriyan derket 145 hezar û 477an, ya kesên baş bûn jî derket 10 milyon û 55 hezar û 560an. Dîsa 9 milyon û 606 hezar û 111 kes jî baş bûn.
Li gorî malpera "Worldometer" ku daneyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, Hindistan ji hêla hejmara pêketiyan va li dinyayê di rêza 2yemîn da ji hêla miriyan va jî di rêza 3yemîn da cî digre.
- Çîn
Di daxuyaniya Komisyona Tenduristiya Neteweyî ya Çînê da hat destnîşankirin ku li Çînê di 24 saetên dawîn da 23 pêketiyên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin.
Li welêt di 24 saetên dawîn da tu kes ji ber Kovîd-19ê nemir û her wiha hejmara pêketiyan jî derket 86 hezar û 852yan.
Li Çînê heta niha 4 hezar û 634 kes ji ber vîrusê mirin û 81 hezar û 900 kes jî baş bûn.
- Koreya Başûr
Li gorî daxuyaniya Navenda Kontrol û Pêşîgirtina Nexweşiyan a Koreya Başûr, li welêt piştî 5 rojan hejmara pêketiyan daket binê 1000î û di rojekê da 926 pêketiyên nû yên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin û hejmara giştî bi vê va derket 50 hezar û 591ê.
Di 24 satên dawîn da 24 kes ji ber Kovîd-19ê mirin û bi vî awayî hejmara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 698an. Her wiha heta niha 35 hezar û 155 kes jî baş bûn.