Önder Beyter
21 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 22 Berfanbar 2020
Li welatên Amerîkaya Latîn pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) û her wiha hejmara kesên ku ji ber vîrusê dimirin zêde dibin.
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiya Brezîlyayê, di rojekê da 408 kes mirin û bi vê va hejmara miriyan derket 186 hezar û 764an, bi tesbîtkirina 24 hezar û 445 pêketiyên nû va jî hejmara pêketiyan derket 7 milyon û 238 hezar û 600î.
- Meksîka
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiya Meksîkayê, di 24 saetên dawîn da 326 kes mirin, 6 hezar û 870 pêketî hatin tesbîtkirin.
Li welêt hejmara miriyan derket 118 hezar û 802yan, ya pêketiyan derket milyonek û 320 hezar û 545an û ya başbûyiyan jî derket 978 hezar û 2yan.
- Arjantîn
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiya Arjantînê, di rojekê da 50 kes mirin û bi vê va hejmara miriyan derket 41 hezar û 813yan, bi tesbîtkirina 1 hezar û 116 pêketiyên nû va jî hejmara pêketiyan derket milyonek û 541 hezar û 285an. Her wiha milyonek û 368 hezar û 346 kes jî baş bûn.
- Kolombiya
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiya Kolombiyayê, di rojekê da 207 kes mirin û bi vê va hejmara miriyan derket 40 hezar û 475an, bi tesbîtkirina 11 hezar û 160 pêketiyên nû va jî hejmara pêketiyan derket milyonek û 507 hezar û 222yan. Her wiha milyonek û 373 hezar û 332 kes jî baş bûn.
- Perû
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiya Peruyê, di 24 saetên dawîn da 69 kes mirin, 550 pêketî hatin tesbîtkirin.
Li welêt hejmara miriyan derket 37 hezar û 103yan, ya pêketiyan derket 997 hezar û 517an û ya başbûyiyan jî derket 932 hezar û 295an.
- Şîlî
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiya Şîliyê, di rojekê da 53 kes mirin û bi vê va hejmara miriyan derket 16 hezar û 154an, bi tesbîtkirina 2 hezar û 191 pêketiyên nû va jî hejmara pêketiyan derket 585 hezar û 545an. Her wiha 555 hezar û 956 kes jî baş bûn.