MUZAFFARNAGAR
Polêsên Hindîstanê diyar kirin ku dawiya hefteyê li eyaleta Uttar Pradeşê gundên ku nêzîkî Muzaffarnagarê pevçûn çêbûn. Di pevçûnan de 28 kes mirin û hin kes jî winda ne.
Berpirsiyarên polêsan diyar kirin ku bi telefonên destan û medyaya civakî gotegot çêdibin û ev jî dibe asteng ku tundî biqede. Piştî pevçûnan li herêmê derketina kolanan hat qedexekirin.
Hat ragihandin ku li malan lêgerînên çekan tê kirin, kargeh û dibistan jî dê neyên vekirin.