Hat ragihandin ku li eyalata Assamê ya ku dikeve bakurê rojhilatê Hîndistanê hefteya borî ji ber êrîşên milîtanên Bodoyê di nav 3 rojan de ji 100 hezarî zêdetir kes ji malên xwe bûn û herî kêm 81 kes mirin.
Polêsan eşkere kir ku li eyaletê endamên artêşê û hêzên paramîlîter hatin bicîkirin û li eyaletê di nav 48 saetên dawîn de tu bûyerên şîdetê neqewimîn û ji ber êrîşên milîtanên Bodoyê 105 hezar kesî malên xwe terikandin.
Hat diyarkirin ku kesên ku ji malên xwe reviyan li kamp û dibistanên ku polês û leşker wan diparêzin de dimînin, herî kêm 81 kes di êrîşan de mirin.
Milîtanên Eniya Demokratîk a Neteweyî ya Bodoyê ji bo ku li eyaleta Assamê serxwebûna xwe îlan bikin, ev çendî sal in ku têkoşîna çekdar didin. Bodo îdia dikin ku nasnameyên wan ên etnîk, çanda wan û zimanê wan ber bi windabûnê ye û tekane rêya xwe parastina wan birêvebiriya xweser e. Eyaleta Assamê bi hilberîna çayê navdar e û koma etnîk a Bodoyê gilî dike ku zêde biyanî tên eyaletê. Di rewşa berdest de konseyeke herêmî ya xweser a koma etnîk a Bodoyê heye.
Milîtanên Bodoyê di meha gulanê de li herêma Kokrajhar û Baksayê êrîş kirbûn û di van êrîşan de piraniya wan misilman 32 kes miribûn.