Haydar Şahin
11 Tebax 2019•Rojanekirin: 12 Tebax 2019
Di 5 rojên dawîn da li eyaletên li başûr û rojavayê Hindistanê ji ber şilî û hêlanê 125 kes mirin.
Pinarayi Vijayanê Serokwezîrê Eyaleta Keralayê diyar kir ku ji ber şilî û hêlanê ji roja çarşemê vir da 57 kes mirin.
Rayedaran destnîşan kirin ku li eyaletê 165 hezar kes şandin qampên ji bo mexdûrên lehiyê hatine çêkirin.
Li Tamîl Naduya li başûrê welêt hêzên hewayê ji bo texliyeya kesên ji ber lehiyê mehsûr mane dest bi xebatan kirin.
Li Tamîl Naduyê 5 kes li Karnatakayê jî 31 kes mirin.
Rêveberiya eyaleta Karnatakayê diyar kir ku ji ber lehiyê milyarek dolar zirar li eyaletê ket.
Li eyaleta Maharaştrayê ji ber şilî û lehiyê 29 kes mirin herî kêm 200 hezar kesî jî malên xwe yên lehiyê dabû ser terikandin.
Li eyaleta Gujaratê jî avahiyê ji baranê zirar dît tep bû û 3 kes mirin.
Li gor daneyên herî dawîn hejmara kesên ji ber lehî û hêlanê mirin derkete 125 kesan.
Li Hindistan, Nepal û Bangladeşê meha borî ji ber lehiyê kêmzêde 200 kes miribûn.