Li Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF) di hilbijartinên 21ê Îlonê de Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) bibû yekemîn. PDK di çarçoveya damezrandina hikûmeta nû de wek gava ewilîn bi Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) re dest bi hevdîtinên koalîsyonê kir.
PDKê ji bo xebatên damezrandina hikûmetê Serokwezîr Nêçîrvan barzanî peywirdar kir. Nêçîrvan Barzanî û lijneya bi wî re li bajarê Silêmaniyê bi birêvebirên YNKê re hatin bal hev. Civîn ji bo çapemeniyê girtî hat kirin. ji PDKê Fazil Miranî, Roj Nûrî Şawez, Mehmûd Muhemed û Azad Berwarî; ji YNKê jî Berhem Salih, kosret Resûl, Mele Bextiyar, Îmad Ehmed, Necmedîn Kerîm û Hekîm Kerîm beşdarî civînê bûn. Nêçîrvan Barzanî û Berhem Salih piştî civîna ku bi qasî du saetan dewam kir, der abrê hevdîtinê de daxuyaniyek dan rojnamevanan.
Barzanî da zanîn ku li ser navê PDKê partiyan ziyaret dike û diyar kir ku li gor teamulan wek gava ewilîn bi YNKê re hevdîtin kirin. Barzanî got ku " em ê pişt re dê bi Goran re hevdîtinê bikin. Em dixwazin hikûmeteke ku xizmetê gelê me bike damezrînin. Me di civinê de bi awayekî giştî ka em ê hikûmeta 8emîn çawa damezrînin, muzakere kir."
Barzanî got ku em li ser mijara ji bo peymana stratejîk ya di navbera YNK û PDKê de berdewam bike çi hewce dike, axivîn. Barzanî got ku wek YNKê PDK jî girîngî dide peymana stratejîk û ji bo berdewamiya wê dixebite.
- " Hilbijartinên walitiyê hat paşxistin"
Barzanî li ser pirsa rojnamevanan got biryar dan ku hilbijartina walitiyê yê ku divê di 21ê sermawezê de bihata kirin, taloqê 30ê Nîsana 2014an kirin.
Arîkarê Sekreterê Giştî yê YNKê Berhem Salih jî diyar kir ku ji bo hikûmeta nû hevdîtineke sûdewar kirin û wiha axivî: " Em di civînê de li ser mijarên ' em çawa dikarin bi hev re bixebitin, bi gendeliyan re çawa têbikoşin, ji bo damezrandina hikûmetê çi hewce dike' sekinîn. Her wiha em li ser peymana stratejîk ya di navbera PDK û YNKê jî axivîn. Em dixwazin ku hikûmeteke li ser bingehên berfireh bê damezrandin. Ji bo vê jî divê partiyên din jî tevî hikûmetê bibin."
Salih li pirsa rojnamevanan ya wek ' Di hîkûmeta ku dê nû bê damezrandin de, dê kî peywireke çawa bigire' got ku " em li ser hûrguliyan nesekinîn. em bêtir li ser mijara damezrandina hikûmeteke li ser bingehek berfireh axivîn."