ERBÎL
Alîkarê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Dr. Berhem Salih destnîşan kir ku hevdîtina Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF) Mesûd Barzanî ya li Diyarbekirê 'bûyereke girîng û dîrokî ye' û wiha got: "Em hêvî dikin ku pêvajoya aşitiyê ya li Tirkiyeyê di demeke kurt de bigihîje encamekê."
Salih di daxuyaniya ku di malpera xwe ya bi navê Xendanê weşand de wiha dewam kir: "Berê bikaranîna peyvên "Kurd" û "Kurdistan"ê qedexe bûn. Lê îro jî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Diyarbekirê bi Kurdî peyamên aşitî û biratiyê dan. Îstiqrar û aşitiya Rojhilata Navîn girêdayî rêzgirtina mafên Kurdan e. Em hêvî dikin ku pêvajoya aştiyê ya Tirkiyeyê di demeke kurt de bigihîje encamekê."