Ahmet Aydın
05 Adar 2019•Rojanekirin: 06 Adar 2019
Li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) ku maweyeke nakokî di navbera wan de ye, di mijarên weke Kerkûk û peywendiyên digel Bexdayê de, ji bo hevkariyê li hev kirin.
Li Hewlêra paytexta HKIyê piştî civîna di navbera herdu partiyan de, ji aliyê Serokwezîrê HKUyê û Cîgirê Serokê Giştî yê PDKê Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl ve peymana siyasî hat girêdan.
Piştî hevdîtinê Berdevkê YNKê Letîf Şêx Omer digel Berdevkê PDKê Mehmûd Muhemmed civîneke hevpar a çapemeniyê li dar xistin.
Berdevkê YNKê Letîf Şêx Omer derbarê naveroka peymanê de agahî neda û got, "Herdu partî (PDK û YNK) tevî hemî bertekan gihiştin peymanê. Ev peyman dê li pêşiya hevkariya rê xweş bike."
Berdevkê PDKê Mehmûd Muhemmed jî destnîşan kir ku ev peyman dê herdu partiyan di nav hev de û hikûmeta HKIyê jî digel ya Bexdayê teşwîqî diyalogê bike.
Li HKIyê tevî ku 30ê îlona 2018an hilbijartina parlmenteran çêbû, hê jî hikûmet nehatiye avakirin. Di hilbijartinê de PDKê 45, YNKê 21, Bizutneweya Goranê 12, Nifşa Nû 8, Komela Îslamî ya Kurdistanê 7, Hevpeymana Ber bi Îslahê ve 5, Lîsteya Hevçerx û ya Azadiyê jî heryek 1 parlementer derxistibû.