16 Mijdar 2015•Rojanekirin: 18 Mijdar 2015
HEWLÊR
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Sefîn Dizayî, li ser idiayên ku rêxistina terorîst PKK û YPG dibêjin "me Şingal rizgar kir" wiha got: "Yekane hêza ku Şingal rizgar kir pêşmerge ye û dîsa yekane hêz e ku wê biparêze."
Dizayî, beşdarî Pêşangeha Navdewletî ya Berhemên Çandiniyê ya ku li Hewlêrê hat sazkirin bû û li wê derê derbarê rizgarkirina Şingalê û pêvajoya çareseriyê ya Turkiyeyê da daxuyaniyek pêşkeşî çapemeniyê kir.
Dizayî derbarê idiayên rêxistina terorîst PKK û niçika wê ya li Sûriyeyê YPG ji bo rizgarkirina Şingalê wiha got: "Weke ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî destnîşan kir, Şingal ji aliyê hêzên pêşmergeyan ve hat rizgarkirin. Herwiha yekane hêza ku Şingalê biparêze dîsan Pêşmerge ye. Rêzdar Barzanî bi eşkere ev yek anî ziman."
Dizayî teqez kir ku serkeftina Şingalê berhema hemahengiya hêzên hevpeymanan û pêşmergeyan bû. Herwiha ji bo hemî welatên ku di hevpeymaniyê da beşdar bûn, sipas kir.
- "Rêya çareseriyê siyaset e"
Dizayî di berdewamiya axaftina xwe da got, "Em hêvîdar in hikûmeta AK Partiyê di serfkeftinên xweyî ku di pêvajoyên raborî da nîşan dan, bidomîne. Hikûmeta nû pozisyona xwe ya li Rojhilata Navîn û têkiliyên xwe yên bi HKIyê ra ê bi hêztir bike."
Dizayî dûbare kir ku terorîzm û tundî ji bo çareseriyê rêyên guncav nîn in û bal kişand ser wê yekê ku "Ji bo çareseriya pirsa kurdî yek rê heye; ew jî demokrasî û siyaset e."
Dizayî bi bîr anî ku Turkiyê di warê têkoşîna dijî DAEŞa rêxistina terorîst alîkariya Herêma Kurdistanê kiriye û xwest ku piştgiriya Turkiyeyê berdewam be.