Sevim Hatun
20 Tebax 2017•Rojanekirin: 20 Tebax 2017
HEWLÊR
Li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Rabûn Merûfê berdevkê kampanya referandumê ya ku komeke ji siyasetmedar, rojnameger û aktîvîstan pêk tê da destpêkirin îdia kir ku bingeha hiqûqî ya referanduma tê plankirin di 25ê îlonê de bê kirin tuneye û îhtimaleke mezin e ku ji sindoqan dengê "na" derbikeve.
Berdevkê "Hereketa ji bo referandumê niha na" Merûf der barê sedema destpêkirina kampanyayê de ji nûçegihanê AAyê re axivî.
Merûf got ku sedemên qebûlnekirina wan a referandumê yek siyasî yek jî hiqûqî du heb in û wiha axivî:
"Li gorî me bingeha hiqûqî ya referandumê tuneye. Hin partiyên siyasî li derveyî meclisê biryara referandumê dan. Erka partiyên siyasî tune ku ji bo referandumê biryarê bidin. Ji ber vê yekê em ji aliyê hiqûqî ve dibêjin na. Ji aliyê siyasî ve jî sedem ev e: Partiyên siyasî yên ku ji bo referandumê biryar dan ev 26 sal in li herêmê rêvebiriyê dikin, mixabin vê gavê paşve diçin. Armanca wan ew e ku bi referandumê emrê xwe 26 salê din jî dirêj bikin."
Merûf got ku partiyên ku piştgiriyê didin referandumê ji gor berjewendiyên xwe tevdigerin û wiha dewam kir: "Hedefa wan a yekem ew e ku li ser meseleya maweya serokatiya (Mesûd Barzanî) bigirin. Lewra tu bingeheke qanûnî ya serokatiya Barzanî tuneye. Hedefa wan a duduyan jî ew e ku bi saya referandumê desthilatdariya xwe ya ser herêmê biparêzin û hebûna xwe demeke dirêj biparêzin."
- Aliyê ku dibêje "erê" herêmê dikşîna nav aloziyê
Merûf bal kişand ser welatên wekî Amerîka û Almanyayê yên ku herî zêde piştgiriyê didin kurdan û got ku ew jî ji bo referandumê nabêjin erê û wiha dewam kir:
"Eniya ku dibêje erê welêt dikşîne nav aloziyê. Sedema vê referandumê bêîstîqrariya li herêmê ye. Ji ber vê yekê em dixwazin gelê me bibêje na. Em bi rêya vê kampanyayê ji hikûmetê dixwazin ku biryara referandumê fesx bike."
- Heke ku zordestî û hîle tunebe wê ji sindoqan "na" derkeve
Merûf behsa kampanuya ku birêve dibin kir û got hêzên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Partiya Demokrat a Kurdistanê rê li ber xebatên wan digirin û wiha pê de çû: "Heke zordestî û hîle tun be wê ji sindoqan dengê na derbikeve."