21 Tebax 2017•Rojanekirin: 22 Tebax 2017
NEW YORK
Hat ragihandin ku li nêzî Sîngapûrê, keştiya şer a bi navê "USS John S McCain" a DYAyê û tangêra neftê li hev qelibîn, di qezayê da 10 leşker winda bûn, 5 leşker jî birîndar bûn.
Fermandariya Hêzên Deryayê yê DYAyê ragihand ku keştiya şer "USS John S McCain" dema ji bo ziyareta benderê berê xwe da Sîngapûrê li gorî saeta herêmî di saet 05.24an de li kestiya Alnîc MC a ticarî ya Lîberyayê qelibî.
Hat ragihandin ku di qezayê da 10 leşker winda bûn û 5 leşker jî birîndar bûn. Ji bo deryavanên winda, bi alîkariya Hêzên Deryayê yê Sîngapûrê xebatên lêgerînê dan destpêkirin.
Di keştiya şer a DYAyê de 23 serbaz, 24 berbazê biqidem û 291 deryavan wezîfeyê dikin.